Şehîdên Pirsûsê li Îzmîrê hatin bîranîn
Endamên ESP û SGDF’ê ji bo 32 şehîdên şoreşê yên li Pirsûsê hatin qetikirin konê teziyeyê vedan. Ji bo ji malbatên şehîdan re bên şandin lênûsa taziyeyê hat vekirin.

Endamên ESP û SGDF’ê ji bo 32 şehîdên li Pirsûsê hatin qetilkirin di ketina Cadeya Kibris Şehîtlerî koneyê taziyeyê vedan. Bi dehan polîsên sivîl ên li qadê cihê taziyeyê terorîze kirin û xwestin vedana kon asteng bikin. endamên li hember zexta polîsan li ber xwe dan û kon vedan. Polîsên qad terk nekirin kon dorpêçkirin.
Di taziyeya bi rêzgirtinê destpê kir dema navên şehîdan hat xwendin bi yek dengî ‘Dijî” hat gotin. Di taziyeya ku saziyên şoreşger jî beşdar bûn gelê Îzmîrê jî ji bo taziyeyê hat dawetkirin. Rêveberê ESP’a Îzmîrê Tuncay Kiliç banga xwedîderketina li şehîdên Pirsûsê kir. Ji bo ji malbatên şehîdan re bên şandin lênûsa taziyeyê hat vekirin.
Jinên Îzmîrî yên ji bo biçin konê taziyeyê li ber Konak Pîer kom bûn, bi dirûşman dest bi meşê kirin. Ji ber polîsan bi awayekî keyfî rêya jinan girtin, jina nerazîbûn nîşan dan. Jinên li ber zexta polîsan li ber xwe dan bi şîdeta polîsan re rû bi rû hatin. Polîsên pehîn avêtin jinan hatin şermezarkirin. Piştî hevdîtina bi Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê re jinan li gel zext û tacîza polîsan bi dirûşman meşa xwe domandin.
Jinên hatin konê taziyeyê yê li ketina Cadeya Kibris Şehîtlerî daxuyanî dan. Li ser navê jinan Berdevka Însiyatîfa Aştiyê Maîle Ariç daxuyanî da.