NAV-DEM’ê girtina Ahmet Çelîk şermezar kir

NAV-DEM’ê girtina siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk ê ji aliyê Elmanyayê ve şermezar kir.

Endamê NAV-DEM’ê Ahmet Çelîk ku rêveberiya YEKKOM’ê kiriye,  18’ê Tîrmehê ji aliyê polîsên Elman ve hat girtin.

NAV-DEM’ê bi daxuyaniya ku weşand diyar kir bêtehemuliya Elmanya li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya siyasî ya demokratîk nîşan dide, nayê fêmkirin û wiha hat gotin: “Em van nêzîkatiyên ku cesaret û destekê didin dewleta Tirk a di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israr dike, êdî tenê li derveyî hiqûqê nabînin, di heman demê de wek êrîşeke li dijî nirxên mirovahiyê dibînin.”

Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku para Elmanyayê di siyaseta neçareseriya Tirkiyeyê de heye û hat gotin ku tevî Ahmet Çelîk bi salane li gorî hiqûqa dewletê xebatên siyasetê dimeşîne jî hatiye girtin. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Em wek NAV-DEM’ê  di vê pêvajoyê de wateyê nadin pêkanînên dij-demokratîk û van girtinan wek nêzîkatiya ku neçareseriyê kûr dike, dibînin. Em li bendê ne hevalê me demildest bê berdan. Em wek NAV-DEM girtina hevalê xwe şermezar dikin û daxwaz dikin ku demildest bigihêje azadiya xwe.”