Li Enqereyê hezaran Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin
Bi hezaran kesên li ber Navenda Giştî ya ESP’ê hatin gel hev êrîşa li Pirsûsê şermezar kirin.
Bi hezaran kesên li ber Navenda Giştî ya ESP’ê hatin gel hev êrîşa li Pirsûsê şermezar kirin.
Bi hezaran kesên li ber Navenda Giştî ya ESP’ê hatin gel hev êrîşa li Pirsûsê şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ê tevlî meşê bû ji ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan re got, “Hûn ji bo jiyana nû li wir bûn. Şîara we dê bibe şîara me.”
Bi hezaran kesên di pêşengiya Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)’ê ya Enqereyê de ji bo Komkujiya Pirsûsê şermezar bikin li ber avahiya Navenda Giştî ya ESP’ê kom bûn heta avahiya bajêr a AKP’ê meşek li dar xistin.
Girseya hat ber avahiya AKP’ê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anî. Paşê li ser navê girseyê endamê Meclîsa Partiyê ya ESP’ê Alî Haydar daxuyanî da. Akdenîz got, "Kesên ji bo fetisandina Şoreşa Rojava çeteyên DAIŞ’ê xwedî kirin û gotin, ‘Kobanê dikeve wê bikeve’ îro jî ciwanên ji bo Kobanê ji nû ve ava bikin çûn qetil kirin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî got: “Em di serî de vê sozê didin ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane; Hûn ji bo jiyana nû li wir bûn. Şîara we dê bibe şîara me. Em vê sozê didin muktedîran. Li her du cîhanan jî wê destê me di qirika we de be. Şoreşger dimirin, şoreş dijî.”