Li Mersînê di protesteya komkujiyê de hewldana provokasyonê

Êrîşa li hember ciwanên SDGF’ê yên diçûn Kobanê li Mersînê hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Parka Zarokan hatin gel hev heta avahiya HDP’ê meşiyan.

Êrîşa li hember ciwanên SDGF’ê yên diçûn Kobanê li Mersînê hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Parka Zarokan hatin gel hev heta avahiya HDP’ê meşiyan.

Dema girseyê ji Parka Zarokan dest bi meşê kir, ji avahiyekê ku gule hatin reşandin Serokê Goç Der Reşat Aşan û kesekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn. Di avahiya ku polîsan dorpêç kir lêgerîn didome. Hat ragihandin ku rewşa Aşan û kesê din baş e.

Êrîşa li Pirsûsê li Mersînê ji aliyê saziyên civaka sivîl û pêkhateyên HDK’ê ve bi meş û çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin. Dema li Parka Zarokan a Ozgur meşê destpê kir, ji avahiyeke li nêzî parkê bi tebenceyeke ku jêre kuru-siki tê gotin, êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de Serokê Şaxa Goç Der a Mersînê Reşat Aşan ji guhê xwe kesek jî ji sînga xwe birîndar bû. Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Girseya ji parkê heta avahiya HDP’ê ya Mersînê bi dirûşman meşiya, daxuyanî da. Li ser navê girseyê berdevkê demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê Îmam Ozdemîr komkujî bi zimanekî tund şermezar kir.

Ozdemîr destnîşan kir ku wek Platforma Ked û Demokrasiyê li hember pêxas, û keriyên qatilan wê bêdeng nemînin.

Hevserokê HDP’a Mersînê Salman Gunbat jî got ku di demên dawî de li Tirkiyeyê komkujiyên girseyî pêk tên . Piştî axaftina Gunbat girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî hat ragihandin ku rewşa her du birîndarên rakirine nexweşxaneyê baş e girse belav bû.