Polîsan êrîşî protestoya li Stenbolê kirin

Li Stenbolê girseya ji bo komkujiya Pirsûsê şermezar bike xwest ji Qada Boga ya Kadikoy ber bi Bahriye ve bimeşe rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hat.

Li Stenbolê girseya ji bo komkujiya Pirsûsê şermezar bike xwest ji Qada Boga ya Kadikoy ber bi Bahriye ve bimeşe rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hat.

Bi hezaran kes bi armanca şermezarkirima êrîşa bombeyî ya duh li Pirsûsê li Qada Boga ya Kadikoy kom bûn. Protestoya ji partiyên çep û sosyalîst bi hezaran kes beşdar bûn, berîya destpê bike rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî girseya dirûşma, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” kirin.