Nerazîbûnên li hember Komkujiya Pirsûsê didomin

Nerazîbûnên li hember Komkujiya Pirsûsê didomin. Gelek rêxistinên ku daxuyaniyên nivîskî weşandin komkujî lanet kirin.

Nerazîbûnên li hember Komkujiya Pirsûsê didomin. Gelek rêxistinên ku daxuyaniyên nivîskî weşandin komkujî lanet kirin.

Koordînasyona Komalen Ciwan a Ewropayê di daxuyaniya xwe de bang li ciwanên Kurdistanê kir ku parastina xwe pêş bixin û got: “Li hember vê êrîşa nemerd em bang li ciwanên Kurdistanî û mirovên ji têkoşîna mirovatiyê bawer in dikin ku hesab bipirsin.

Ji bo ciwanan dema serhildan û hesabpirsînê ye. Em bang dikin ku berê xwe bidin çiyayên azad, li hember dijmin rêxistinbûna xwe pêş bixiin û hesabê komkujiyan bipirsin. Roj roja yekîtiyê ye. Roj roja hesabpirsîna ji AKP’ê û nemerdan e.”

Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê jî di daxuyaniya xwe de Komkujiya Pirsûsê şermezar kir û got: “Erê kesên îradeya Kurdan û diyarkirina wan a qedera xwe qebûl nakin, kesên rêveberiya hevpar a gelan li Rojava hezm nakin hevkarên vê êrîşê ne.”