JIN
Hemû Nûçe
-
‘Jinên ciwan li gel dayikan cih bigirin’
Komelên Jinên Ciwan, bal kişandin ser berxwedana dayikan a ji bo grevên birçîbûn û tecrîdê got: “Bê ku direng bikevin divê hemû jinên ciwan cih li gel dayikên me bigirin.” -
2 girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgûnkirin
Sîbel Akdenîz û Azîze Yagiz ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ne, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hatin kirin. -
Nîsanê bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan
Ji ber hişmendiya AKP'ê zêdetir jin têne kuştin. Nîsanê bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan.. -
Li Swîsreyê jinan mohra xwe li meşa 1’ê Gulanê dan
Di gelek aktivîteyên 1’ê Gulanê yên li gelek navendên Swîsreyê pêk hat de, daxwaza edalet û wekheviyê ya jinan mohra xwe lêdan. Kurdistaniyên bi rengên xwe tevlî çalakiyan bû bal kişandin ser grev û tecrîdê. -
Girtiyên siyasî yên jin ên li Amedê sewqî girtîgeheke din kirin
Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Amedê, sewqî Girtîgeha Tîpa D a heman bajarî hatin kirin. -
Jinan bi çalakiya kon piştgirî dan berxwedêrên grevan
Jinan li bajêrê Aûrîch a Almaniya ji bo piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê kon vedan û belavok belavkirin. -
Platforma Jinan: 1'ê Gulanê li dijî tecrîdê em ê li qadan bin
Platforma Jinan a Elmanyayê ragihand, 1'ê Gulanê wê li dijî tecrîdê bi xavikên xwe yên spî li qadan bin. -
Newaya Jin bi manşeta 'Pêşengên berxwedanê' derket
Hejmara 170'î ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin derket. Hejmara meha Gulanê giranî da ser çalakiyên greva birçîbûnê. -
Dayikan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Dayikên ku zarokên wan li Girtîgeha Bakirkoyê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. -
Qetilkirina jinan bi dawî nabin!
Li Îzmîrê di nava 3 rojan de 2 jin ji aliyê hevjînên ve hatin qetilkirin. -
Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne
Dayikên ku ji bo xwedîlêderketina daxwazên zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin zarokên xwe û ew dev ji doza xwe bernadin. -
Li Munsterê Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû
Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû. -
'Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî dewleta Tirk a faşîst raweste'
Jinên Kurd ên li bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
KJK’ê bang li jinan kir ku bila di 1’ê Gulanê de li qadan bin
Koordînasyona Jinan li hemberî faşîzmê bang li jinan û gelan kir ku bila di 1’ê Gulanê de dakevin qadan. -
Gerîlaya YJA-Starê Turkan Yuksel hate bibîranîn
Endama YJA-Starê Turkan Yuksel ji aliyê jinan ve hate bibîranîn. -
Jin wê ji bo keda xwe ya nayê dîtin 1'ê Gulanê dakevin qadan
Jinên ku weke hêza kar a erzan tên dîtin û di kar de dibin hedefa neheqî û cihêkariyê, wê 1'ê Gulanê dakevin qadan. -
SKB'ê ji bo 1'ê Gulanê bang li jinan kir
SKB'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyanî da û diyar kir, "Greva jinê ji Emerîka Latîn û Ewropayê pêl bi pêl mezin dibe û li gelemperiya dinyayê belav dibe." -
YJK-E bang kir: 7 hezar mûm pêbixin!
YJK-E ji bo bibin dengên grevên birçîbûnê bang li welatiyên li Elmanyayê dijîn kir ku tevlî çalakiya ‘7 hezar mûman pêbixin’ kirin. -
‘Heta daxwazên me werin bicihanîn wê çalakiya me bidome’
Malbatên ku çalakiya nobedê ya li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê hate astengkirin, banga daxwaza bicihanîna daxwazên zarokên xwe kirin. Malbatan da xuyakirin ku tevî hemû astengî û zextan jî wê çalakiya xwe bidomînin. -
Heyeta jinên Başûrê Kurdistanê serdana wekîlên berxwedêr kirin
Heyeta jinên Başûrê Kurdistanê piştî serdana Leyla Guven li avahiya HDP’ê ya Amedê serdana wekîlên HDP’yî yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne, kirin. -
Jinên Başûrê Kurdistanê serdana Leyla Guven kirin
Heyetek ji jinên Başûrê Kurdistanê pêk dihat, serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ev 170 roj in di grevê de ye kirin. -
KJK: Li pişt bûyera destavêtinê, dest û mejiyê AKP'ê heye
Koordînasyona KJK'ê diyar kir, li pişt destavêtina li Kuçukçekmeceyê li zarokeke 5 salî hate kirin, dest û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê heye. -
Li Bakurê Fransayê kampa Jineolojiyê
Li Bakurê Fransayê ji hêla jinên Kurd ve Kampa Perwerdehiyê ya Jineolojiyê çêbû. Li kampê li ser gelek mijaran perwerdehî û gotebêjî hate kirin. -
Jinan bi çalakiyekê piştgirî dan berxwedêrên grevan
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, çalakiyek bêdeng hate kirin. -
TJA: Berpirsê îstîsmara zarokan AKP ye
TJA'yê got îstîsmara zayendî ya li ser zarokeke 5 salî ji ber polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ye.