Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li Vorarlbergê hatin bibîranîn
Komeleya Çand û Hunerê ya Sara ya li bajarê Vorarlberg ê Awûstûryayê bi beşdariya parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu civîna gel li dar xist.
Komeleya Çand û Hunerê ya Sara ya li bajarê Vorarlberg ê Awûstûryayê bi beşdariya parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu civîna gel li dar xist.
Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin, li bajarê Vorarlberg ê Awûstûryayê hatin bîranîn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. PIştî rêzgirtinê li ser têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê axaftin hatin kirin.
Di çalakiyê de geşedanên dawî yên siyasî yên li Rojava û Kurdistanê jî hatin nirxandin. Her wiha li ser pêla dawî ya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û rêveberiya HTŞ’ê ya li Şamê jî nirxandin hatin kirin.
Di nirxandinan de bal kişandin ser bandora hevsengiyên nû yên di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de derketine holê.