Bi dehan rêxistin ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin

68 Rêxistinên Mafên Mirovan, aktivîstên jin yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê cezayê darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî şermezar kirin û banga rawestandina biryarê kirin.

Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo rojnamevan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, her ku diçin zêde dibin. Divê çarçoveyê de 68 Rêxistinên Mafên Mirovan, aktivîstên jin ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, daxuyaniyek belavkirin.

Di daxuyaniya ku bi hevpar hatî parvekirin de, bang li civaka navneteweyî, navend, rêxistinên yasayî hate kirin ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî hatî dayîn, gavên cidî bavêjin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Pexşan Ezîzî jiyana xwe ji bo parastina jinan, girîngîdana bi wekheviya di civakê de xerc kir. Darvekirina Pexşan Ezîzî wê li ser mirovahiyê bibe şermekî mezin.”

Roja 8’ê Çileyê parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihandibû ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.