Newaya Jin bi manşeta 'Pêşengên berxwedanê' derket

Hejmara 170'î ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin derket. Hejmara meha Gulanê giranî da ser çalakiyên greva birçîbûnê.

Di hejmara nû de mijarên; têkoşîna edaletê ya Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê, krîza aboriyê û berxwedana tevgera karkeran, encamên hilbijartinê, huner, zanistî û tenduristî hene.

Der barê grevên birçîbûnê de gotarên Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û Zerya Gul, her wiha hevpeyvîna bi Fadîle Tok re hatin weşandin. Hate destnîşankirin, pêngava berxwedanê ya bi pêşengiya jinê didome, di oxira azadiyê de sînorên serdestan ji holê rakiriye.

Êrîşên dewletê yên li dijî dayikên aştiyê, ku di serî de li Gebzeyê li gelek bajar û navçeyan hatin kirin, ji aliyê Rojda Yildirim ve hatin şîrovekirin.

Rojnamevan Nezahat Dogan li ser çalakiya Dayikên Şemiyê nivîsî, ku ji sala 1995'an ve 735 hefte ne pêk tê.

Ji SAMER'ê Yuksel Genç, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand û bal kişand ser rola diyarker a Kurdan.

Rojnamevan Necla Demîr bal kişand ser bandora krîza aborî ya li ser jinan û destnîşan kir, jin bi biryar in ku berdêla krîzê nedin.

Li ser xebatên Navenda Kombûnê ya Jinê ya Utamara, bi endama navendê civaknas-pedagog Sandra Kreil re hevpeyvîn hate kirin.

Di rûpela çandê ya rojnameyê de jî hunermenda Kurd Denîz Deman, rola hunerê ji dîrokê ve nirxand. Deman diyar kir, hunera Kurd li dijî polîtîkayên mêtingeriyê her tim li ber xwe daye û bal kişand ser hunera şoreşgerî ku Hozan Mizgîn li pey xwe hişt.

Bermal Çem jî heman mijar nirxand û bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman, nasname û çandê.

Di hejmara Gulanê de gotara "Rêwîtiya enerjiyê ber bi madeyê ve" ya Zana Çoban, gotara "Lehî herî zêde bandorê li jinê dike" ya Evîn Zîlan, dosya Lîlyan Çiya ya li ser dîroka têkoşîna jinên li Efganistanê û bîranîna "Feraseta Baranê" ya Arjîn Newroz cih werdigirin.