Jinan bi çalakiya kon piştgirî dan berxwedêrên grevan

Jinan li bajêrê Aûrîch a Almaniya ji bo piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê kon vedan û belavok belavkirin.

Kon ji aliyê Mecîlsa Jinan a Zelal ve di saet 11:00 de li bajarê Aûrîchê hate vedan û kon bi wêneyên çalakvanên greva birçîbûnê hate xemlandin.

Di belavokên hetin belavkirin bal kişandine ser pêvajoya niha û girîngiya çalakiyan.

Yek ji xizma girtiyê bi navê Salîha Kurt a di grevê de Seadet Kurt ji ANF’ê re axivî û got: “Heta dawiyê em şopdarên çalakiyan in. Çi dibe bila bibe divê taybet gelê me yê Ewropa xwedî li pêvajoyê derbikevin.”

Xizma Mehmet Oztaş ê li Girtîgeha Amedê Fahîme Oztaş jî axivî û divê ji niha û şûnde ji heft salî heta heftê salî rabe ser xwe û vê bêdengiya cîhanê qebûl neke.”