‘Heta daxwazên me werin bicihanîn wê çalakiya me bidome’

Malbatên ku çalakiya nobedê ya li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê hate astengkirin, banga daxwaza bicihanîna daxwazên zarokên xwe kirin. Malbatan da xuyakirin ku tevî hemû astengî û zextan jî wê çalakiya xwe bidomînin.

Malbatên ku çalakiya wan a rûniştinê ku ji 9’ê Nîsanê û vir ve li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê tê astengkirin, piştî ku bi Waliyê Kocaeliyê Huseyîn Aksoy re civiyan û şûnde derbasî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Kocaeliyê bûn. Malbat li vir jî bi pirsyara polîsan a ‘Madem hûnê li Gebzeyê bimaba çima hatine vir’ re rû bi rû man.

Dayika Hatîce Çalihan Zeyneb Çalihan a ji 1’ê Adarê û vir ve di grevê de ye astengiyên polîsan nirxand û got: “Her dema ez diçim hevdîtinê jinên bi biryar dibînim. Li vir dibêjim ku wê qet dev jî çalakiya xwe bernedin. Dema ku vê dibêjin em jî li qadan xwe bi hêz hîs dikim.”

Çalihan anî ziman ku piştî dest bi çalakiyên li pêşiya girtîgehê kirine pirsgirêkên wê yên tenduristiyê peyda bûne, nikare zêde tevger bike û dema destgîrkirinê mudaxeleya li wan kirî ew pir dane zorê.

Sûltan Bozkûrt jî diyar kir ku keça wê Newroz Bozkût jî ji 1’ê Adarê û vir ve di grevê de ye û wiha pêde çû: “Di hevdîtina 9’ê Nîsanê ya li gel girtiyan me biryar da ku em çalakî bikin. Me li girtîgehê di serî de ji bo girtî û hemû xizmên girtiyan biryara xwe ragihand û divê ji bûyerên rû bidin jî netirsin. Li ser vî bingehî me dest bi çalakiyê kir. Ji roja yekê û vir de her roj bi awayê fîzîkî û gotinî êrîş li ser me tê kirin.”

Bozkûrt anî ziman ku 3 dayik îro li gel Walî civiyan e û got: “Walî ji bo me got; ‘em dizanin kî we bi rêxistin dike’. Em vê yekê napejirînin. Em li mafê xwe yên hiqûqî digerin. Ji xwe ti bendewariyeke me ya ji vê hevdîtinê tinebû, lê dîsa me got em biçin. Em çûn me carekî din dîsa dît ku hemû kuklan e. Ferman ji jor tê dayîn. Ew dayikan fam nakin. Lê dîsa heta me karî em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Hazal Taş a kurê wê li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ye jî diyar kir ku dema çûye serdana kurê xwe rewşa xirab a girtiya bi çavê xwe dîtiye û got: “Daxwaza zarokên me daxwazên me ne. Ji bo gav avêtinê kijan meqam berpirse divê gav bavêje û dawî li tecrîdê bîne.”