Cenazeyê şervanê Komandosê hate veşartin
Cenazeyê Hêzên Komandos Şervan Berxwedan ê ku di encama bombebarana dewleta Tirk a li dijî qadên xizmetguzariyê de şehîd bû, hate veşartin.
Cenazeyê Hêzên Komandos Şervan Berxwedan ê ku di encama bombebarana dewleta Tirk a li dijî qadên xizmetguzariyê de şehîd bû, hate veşartin.
Xelkê kantona Reqa û endamên saziyên sivîl ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Berxwedan (Mustefa Hecî Mihemed Sêwî) berê xwe da goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê yê gundewarê bakurê kantonê. Şervan Berxwedan di 10ˋê Çileyê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî depoyên genim ên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê de şehîd bûbû.
Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebû Salih El Hindawî sersaxî da malbata şehîd û got: "Ji vê malbatê re pîroz be. Ey şehîd tu nimûneya hevrêyê herî baş bû."
Ebû Salih wiha domand: "Ji vê cihê pîroz em soz didin tevahî malbatên şehîdên me ku em li ser şopa wan in û em ê xak û gelê xwe biparêzin."
Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdû li ser navê Meclisa kantona Reqayê sersaxî da malbata şehîd û got: "Heta pêkanîna armancên şehîd ên azadî û serkeftinê em ê parastina xaka xwe bikin. Em ê Bendava Tişrînê bikin deriyê berxwedanê heta ku em Sûriyeyê tevahî yek dibînin."
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.