Jinan bi çalakiyekê piştgirî dan berxwedêrên grevan

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, çalakiyek bêdeng hate kirin.

Bi pêşengtiya Însyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dûsseldorfê saet 17:00’an li Altsatdtê standek hate vedan.

Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropî û raya giştî ya navneteweyî hate protestokirin. Her wiha di çalakiyê de Dayikên Aştiyê yên bi çalakiyên xwe daxwaz dikin ku deng bidin dengên girtiyên di grevê de hatin silavkirin.

Di tevahiya çalakiyê de pankartên bi nivîsên ‘Li dijî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî çalakiya bêdeng’ û ‘7 hezar Kurd di grevê de ne’ hate vekirin. Her wiha dowîzên ku navên girtiyên di grevê de ne hatin hildan.

Çalakiya ku heta saet 19:00 dom kir, gelek broşurên bi Elmanî yên agahdarkirinê hatin belavkirin.