Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

TJA: Berpirsê îstîsmara zarokan AKP ye

TJA'yê got îstîsmara zayendî ya li ser zarokeke 5 salî ji ber polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ye.

Aktivîstên TJA'yê tecawiza li ser zaroka 5 salî ya li Kanarya yê şarmezar kirin. Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku tecawiza li dijî zaroka 5 salî, nîşaneya têkçûyîna civakiye û got, "Berpirsê bûyerê hikumeta AKP'ê ye." 

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tecawiza li dijî zaroka keç a 5 salî ya li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li  ser navê TJA daxuyanî da û got, "Biryara veşartinê danîn ser dosyeya lêpirsîna ji bo faîl bên girtin. Bi vê hewl didin ku bi ser tecawîzê bigirin."
 
'ZIMANÊ CIHÊKAR TECAWÎZÊ  GEŞ DIKE'
 
Guzel, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tacîz, tecawuz, şideta li ser jinan her roj bi awayek din rû dide. Herî dawî Navçeya Kuçukçekmece ya Taxa Kanarya ya  bajarê Stenbolê  di 23’yê Nîsanê de zarokek temenê wê 5 salî ji hêla zayendî ve hate îstîsmarakirin. Tevî ku bersûcê bûyerê hatine girtin, biryar hate dayin ku ser dosyayê binixumînin. Dixwazin vê bûyerê binuxumînin. Ev êrişa li hember zarokeka  temenê wê 5 salî  têkçûna wîcdanê civakê ye. Divê li dijî bûyerên tacîz, tecawûz, şîdetê li her qadên civakî, dadî bertek bê nîşandan. Divê li her qadên civakî, dadî, li hember van kiryarên qirêj em bi helwesteke şoreşê bin, lê mixabinî hîna di rewşek bêdeng de ev bûyer dubare dibin. Ya herî girîng jî li hember vê yekê polîtîkayên karîger nayên afirandin.
 
'BERPIRS HIKUMETA AKP'Ê YE'
 
Guzel, da zanîn ku hişmendiya zilam a serdest di kîjan pêvajoyê de be heyîna xwe li ser bedena jinê ava dike û wiha bilêv kir: "Kêmkirina cezayê bersûcan bûyerên tacîz û tecawizan biryareke ji bo hişmendiya zilamê serdest li ser pêya hêştinê ye. Ev yek dijmantiya jinê ye. Pêwîst bû li hember van neyartiyan şoreşek hatiba afirandin. Lê dijî wê hukumet û mêr gotina wan yek e. Dixwazin bi vê yekê îradeya jinê tune bihesibînin. Berpirsê bûyerê hikumeta AKP'ê ye."
 
BANG LI RAYEDARAN KIR 
 
Guzel, dest nîşan kir ku ew yek tenê jî bibin, wê zarokan biparêzin û ev bang li rayedaran kir: "Em ê bi jinan re têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê hemû faîlên berpirsên tecawiza zaroka biçûk bên dîtin. Ji bo tecawîzkar bên cezakirin em bang li rayedaran dikin ku bi peywira xwe rabin.''