Jin wê ji bo keda xwe ya nayê dîtin 1'ê Gulanê dakevin qadan

Jinên ku weke hêza kar a erzan tên dîtin û di kar de dibin hedefa neheqî û cihêkariyê, wê 1'ê Gulanê dakevin qadan.

Karkera li febrîqeyê Selen Çolak diyar kir, krîza aboriyê herî zêde bandor li jinan kiriye û got, "Piştî ku pirsgirêka debarê rû da, barekî giran ê psîkolojîk jî li pişta me hate kirin. Zêdebûna buhayê alavan, zêdebûna rêjeya enflasyonê kir ku em nema karibin ji bo xwe tiştekî bikin. Di 1'ê Gulanê de daxwaza me ya herî girîng wê xwedîderketina li tazmînata qidem be... Em daxwaza wekheviya mûçe, wekheviya derfetan û wekheviya di xebitandinê de dikin. Her wiha em naxwazin fatûreya krîzê bidin."

Şevîn Acem ku dayika 2 zarokan e, yek ji wan jinan e ku neçar e hem karê malê bike, hem jî li derve bixebite û debara malbatê bike. Acem diyar kir, krîzê herî zêde bandor li jinan kiriye û got, "Ji bo karibin berdêla keda xwe werbigirin, em hem bi şev û roj dixebitin, hem jî dest ji zarokên xwe berdidin û neçar in bixebitin ku debara xwe bikin. Ev rewş ji bo jinan hemûyan wiha ye."

Çîgdem Karahan hem dayikek e hem jî mamosteyeke nehatiye tayînkirin e. Karahan bang li bi hezaran mamosteyên nayên tayînkirin kir ku dakevin qadan û got, "Ji bo tiştên hatin serê min neyê serê zarokên min, ez ê têbikoşim û dest ji mafên xwe bernedim."

Dayika 2 zarokan Ani Bayram jî got, "Li malê karê şuştina kincan, firaxan, xwedîkirina zarokan û nexweşan karê min e ku nayê dîtin. Gelek jin nizanin ku ev yek ked e... Di 1'ê Gulanê de ez ê tevî du zarokên xwe li qadan bim. Bang li bi hezaran jinên weke xwe dikim ku dakevin qadan."

Derya Çîçek ku muşawîra malî ye, bi bîr xist ku nîvê nifûsê jin e û got, "Wê demê di maf û kar de jî divê wekhevî hebe."