Li Swîsreyê jinan mohra xwe li meşa 1’ê Gulanê dan

Di gelek aktivîteyên 1’ê Gulanê yên li gelek navendên Swîsreyê pêk hat de, daxwaza edalet û wekheviyê ya jinan mohra xwe lêdan. Kurdistaniyên bi rengên xwe tevlî çalakiyan bû bal kişandin ser grev û tecrîdê.

Li gelek navendên Swîsreyê jî bi tevlîbûna sendîka, rêxistinên jinan û partiyên siyasî 1’ê Gulanê bi meş û aktivîteyên cuda hatin pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên bi rengên xwe tevlî meşê bûn, bi pankart û dirûşmên diqiriyan bal kişandin ser asta krîtîk a çalakiyên grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan..

Di meşê de jinan pankartên bi nivîsên ‘Karê wekhev, heqdesta wekhev’, ‘Dawî li şideta li ser jinê bînin’, ‘Jin di serhildanê de ne’, ‘Edalet û wekheviyê dixwazin’ hildan, dîsa jinên Kurd jî dirûşma sembola têkoşîna jinê ye ‘Jin, jiyan azadî’ qîr kirin.”

Li aliyê din li bajarên Swîsre, Basel, Zurîh, Solothûrn, Frîboûrg, Lozan, Wînterthûr, Bern ên Swîsreyê jî bi meş û mîtîngan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Jinan li vir jî daxwaza wekhevî û edaletê hate kirin.

Kurdistaniyên li van bajaran jî tevlî çalakiyan bûn bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û ji bo grevên birçîbûnê banga piştevaniya navneteweyî kirin.