'Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî dewleta Tirk a faşîst raweste'

Jinên Kurd ên li bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Jin li herêma Timonye ya bajarê Saratovê li hev civiyan û tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin.

Endama Meclîsa Jinê ya Timonyeyê Bahar Yûsûbova li qada çalakiyê axivî û got, "Hêzên navneteweyî divê tavilê guh bidin çalakgerên greva birçîbûnê."

Yûsûbova got, "Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê me bê anîn û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, divê her kes li gorî berpirsyariya xwe tevbigerin. Di serî de endamê timî yê Neteweyên Yekbûyî Rûsya, welatên Neteweyên Yekbûyî hemû divê li dijî polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk a faşîst bisekinin."