BI DÎMEN

Şehîdên azadiyê li Kassel û Duisburgê hatin bibîranîn

Li Kasselê şehîdên Parîsê û li Duisburgê jî fermandarê HPG'ê Akîf Dogan ê 12 sal berê şehîd bibû hatin bîranîn.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê di şexsê şehîdên Parîsê de ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axaftin kirin.

Di axaftinan de şehîdên Parîsê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Şehîdên me ji bo Kurdistana azad, Kurdbûna azad li ber xwe didin. Jinên şoreşger piştî Sakîne Cansiz bûne mîlyonan û li çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzm û mêtingeryê li ber xwe didin û têdikoşin.”

Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

DUISBURG

Fermandarê HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Dogan) ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hat bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê malbatê û KOMAW'ê ve hat lidarxistin û tevî malbatên şehîdan gelek kes beşdar bûn.