Li Munsterê Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Şîlan ava bû.

Li bajarê Munster ê Elmanyayê yekemcar kongreya jinê pêk hat û Meclîsa Jinê ava bû. Bi wesîleya salvegera şehadeta 'Sosyalîst Şîlan' (Muzeyyen Palabiyik) navê wê li meclîsê hate kirin.

Di kongreyê de işaret bi kesayetiya sempatîk û berxwedêr a Palabiyik hate kirin û hate gotin, "Em hemû têkoşîn û keda wê nas dikin; em dixwazin di têkoşîna xwe de xwedî li navê wê derkevin."

Di kongreyê de berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin û hate gotin, "Bi rêxistinbûnê divê em bibin bersiv."