Dayikan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin

Dayikên ku zarokên wan li Girtîgeha Bakirkoyê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Dayikên ku çûn serdana zarokên xwe yên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, piştî serdanê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Dayikan gotin ku ‘Ji bo zarokên me nemirin, em li vê derê ne’ û peyama ‘Heta ku tecrîd rabe, em ê di çalakiyan de bin’ dan.

Perî Akyildiz a ku dayika Leyla Akyildiz e ya ku di greva birçîbûnê de ye, got ku divê tecrîd were rakirin û daxwazên çalakgeran were qebûlkirin.

Akyildiz diyar kir ku her roj saet di 12.00’an de wê li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin.

Dayikan piştre bi çepikan çalakiya xwe bi dawî kirin.