Fîgen Yuksekdag: Divê dînamîkên civakê însiyatîfê bigirin

Fîgen Yuksekdag bang li hemû dînamîkên civakê kir ku ji bo aştiyê însiyatîfê bigirin û got: "Daxwaza me ew e ku şert û mercên xebatê yên Birêz Abdullah Ocalan pêk bên û rola xwe ya çareseriya bi awayekî bi bandor bi cih bîne."

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtiye, piştî serdana şandeya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk daxuyanî da. Fîgen Yuksekdag li ser hesabê xwe ya X’ê daxuyanî da û got: “Bi boneya serdana şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hezkirin, rêz û silavên xwe di serî de ji raya giştî ya demokratîk, gelê me û jinan re dişînim. Em ji bo welat û herêma xwe di serdemeke jiyanî de derbas dibin. Pêdiviya gelê me ji her demê bêhtir bi aştî, edalet û demokrasiyê heye.

EM LI GEL ABDULLAH OCALAN IN

Di vê kêliya krîtîk a dîrokê de, hewldana Birêz Ocalan a girtina însiyatîfê bi nirx û diyarker e. Em li pişt vê hewldan û îradeya çareseriyê ne. Ne girîng e em li ku bin. Em dikarin li hundir bin, li derve bin an jî xwedî ramanên cudatir bin. Ev yek ji bo em erka xwe bi cih bînin, ne asteng e. Em amade ne ku ji bo aştiya bi rûmet û tevgera çareseriya demokratîk berpirsyariya xwe bi cih bînin.

DIVÊ DÎNAMÎKÊN CIVAKÊ ÎNSIYATÎFÊ BIGIRIN

Gelên Tirkiyeyê, kedkar, hêzên azadiyê û jin pêşengên sereke yên aştiyê ne. Ji ber vê sedemê divê hemû dînamîkên civakê ji bo xwişk û biratiya gelan û aştiyê însiyatîfê bigirin. Rêya bidestxistina mafên demokratîk, ked û nan di girtina însiyatîfê de derbas dibe. Em jin ji bo pêşxistina tevgera çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dudilî nebin. Em ê bi her kesên hewl didin re di nava tevkarî û hevkariyê de bin. Daxwaza me ew e ku şert û mercên xebatê yên Birêz Ocalan pêk bên û rola xwe ya çareseriya bi awayekî bi bandor bi cih bîne. Nêzîkatiyên berçavan û erênî wê di çareseriya pirsgirêka dîrokî de bibe merhaleya herî diyarker. Ez hêvî dikim ku em ê bi hev re bihara gelan, aştî û wekheviyê pêşwazî bikin.”