‘Jinên ciwan li gel dayikan cih bigirin’
Komelên Jinên Ciwan, bal kişandin ser berxwedana dayikan a ji bo grevên birçîbûn û tecrîdê got: “Bê ku direng bikevin divê hemû jinên ciwan cih li gel dayikên me bigirin.”
Komelên Jinên Ciwan, bal kişandin ser berxwedana dayikan a ji bo grevên birçîbûn û tecrîdê got: “Bê ku direng bikevin divê hemû jinên ciwan cih li gel dayikên me bigirin.”
Komelên Jinên Ciwan a daxuyaniyek nivîskî da got: “Berxwedana greva birçîbûnê ya her roja diçe li Bakurê Kurdistanê mezin dibe û herî dawî bi biryargirtina 15 girtiya a Rojiya Mirinê re hevrêyên me yên zindanan peyama ‘Eger li Kurdistanê azadî pêk were wê bi azadiya Rêber Apo’ pêk were dan. Di qonaxa em gihiştiyê de ji bo serketinê ji derveyî rêya berxwedanê ti rêyek din nehatiye hiştin.”
Komelên Jinên Ciwan ên êrîşên dewleta Tirk bibîr xistin got: “Dayikên me yên ku ji bo berxwedana zinadanan bûne deng, sekna demê raber kiriye û tişta tê xwestin nîşan daye.”
Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ev berxwedana bi pêşengtiya dayikan hatiye destpêkirin, divê ciwanên gelê Kurd û jinên ciwan mezintir bikin. Divê erka demê bigirin ser milê xwe û pêk bînin.
Êrîşên li ser dayikan hatine kirin wê bê bersiv nemîne, hesabê wê, wê were xwestin. Her cihê zilm lê be wê jiyanek azad lê bê afirandin û cihanê li dewleta TC a faşîst teng bike.
Li dijî tecrîda di kesayeta Rêbertiya me de her roja diçe giran dibe, li zindanan her roja diçe bedena ciwanan dihele, dîsa dema li kolanan êrîşî dayikên me dikin û bi erdê re kaş dikin, divê tu ciwanên Kurd bi rehetî nerazê. Di demekê de ku faşîzim li ser gelê me kûr dibe divê jinên ciwan û ciwan her nefesa mîna koleyan bijî nepejirîne. Divê her kolan û taxên Kurdistanê li dijmin bike goristan.
Roj roja bûna yek û bûna dengê zindaniyan e. Divê hemû gelê me û jinên ciwan li berxwedana girtiyan xwedî derbikevin. Em ji bîr nekin jiyana azad bi têkoşînê pêkan e. Ev têkoşîn jî li kolanan dibe. Bê ku ji bo her tiştî bibe direng, divê hemû jinên ciwan cih li gel dayikên me bigirin.”