Gerîlaya YJA-Starê Turkan Yuksel hate bibîranîn

Endama YJA-Starê Turkan Yuksel ji aliyê jinan ve hate bibîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA), endama YJA-Starê Turkan Yuksel li Stenbolê bi bîr anî.

Çalakgera TJA’yê Ayşe Gokkan di bibîranînê de axivî û got ku “Leyla Guven bi giyanê berxwedanê xebitî. Wê jî li Girtîgeha Amedê dest bi têkoşîna xwe kir. Kenê Turkan Yuksel bû şoreşa di nav şoreşê de.”

Gokkan diyar kir ku wê tecrîd li hemberî têkoşînê têk biçe û got ku “Berxwedanên li girtîgehan, bandora hegemonyayê şikand.”

Bibîranîn bi sînevîzyon û tililiyan bi dawî bû.

Gerîlaya YJA StarêTurkan Yuksel (Nûdem Nûrhak) di operasyona 22-28’ê Nîsana 2017’an de li Kato Jîrkayê şehîd bûbû. Yuksel ji aliyê dewleta Tirk ve li Şirnexê li goristana bêkesan hatibû veşartin.

Di 29’ê Îlona 2018’an de piştî ku malbata wê DNA dan,cenazeyê wê ji Şirnexê hatibû wergirtin û cenaze biribûn gundê Kantarma yê Elbistana Gurgumê.