YJK-E bang kir: 7 hezar mûm pêbixin!

YJK-E ji bo bibin dengên grevên birçîbûnê bang li welatiyên li Elmanyayê dijîn kir ku tevlî çalakiya ‘7 hezar mûman pêbixin’ kirin.

YJK-E’yê got: “Leyla Guven ji bo tarîtiya Îmraliyê biçirîne çûrska yekem pêxist. Girtiyên azadiyê bi vîneke mezin agirê berxwedanê geş dikin. Agirê azadiyê yê li Ewropa geş dibe.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser berxwedana li Ewropan û zindanan û got “ 30’ê Nîsanê em 7 hezar mûm pêdixin. Tu jî mûmekê pêbixe; bibe dengê girtiyan.”

YJK-E di serî de bang li gel, hemû gelan û dostên kir ku tevlî çalakiya ku wê 30’ê Nîsanê li hemû bajarên Elmanya, kolan, qad û semtan saet 18:00’an hemwext ji bo 7 hezar girtina 7 hezar mûm pêbixin.”