Ji bo Şehîd Botan Dalaho şîn hate danîn
Ji b Şehîd Botan Dalaho bajarokê Çemçemal şîn hate danîn. Dayîka Dalaho di şînê de axivî û got, “Ez şîna wî nagirim, ji ber ku di rêyek pîroz de şehîd bû.”
Ji b Şehîd Botan Dalaho bajarokê Çemçemal şîn hate danîn. Dayîka Dalaho di şînê de axivî û got, “Ez şîna wî nagirim, ji ber ku di rêyek pîroz de şehîd bû.”
Danê êvarê li navçeya Banî Meqan yê ser bi bajarokê Çemçemal, ji bo şehîd Botan Dalaho konê sersaxiyê hate vedan. Bi beşdarbûna hejmarek zêde welatiyên Çemçemal, malbatên şehîdan û welatparêz, her wiha malbata şehîd merasîmek hate lidarxistin.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî giyanê şehîdan destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axivî û got: “Şehîd Botan li Başûrê Kurdistanê di nava malbatek birêz û têkoşer de jidayîk bû. Ev malbat xwedî bi dehan şehîdan e. Şehîd Botan nimûneyek vê ya zelal e. Ger malbat ne serbilind û têkoşber bûya, Şehîd Botan nedigihişt wê hêzê ku bibe pêşengek yê têkoşîna azadiyê. Di demek ku Şehîd Botan canê xwe fedakirî de, divê gelê me jî hişyar be û xwe bi rêxistin bike. Divê dost û dijmin ji hev werin cudakirin. Şehîd Botan dikaribû wek her ciwanekê din di nava malbata xwe de jiyankiriba, lê wî çareseriya xwe li çiyayan dît û li wir têkoşîna xwe domand.”
Her wiha dayîka Şehîd Botan hest û nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Silav ji bo Rêber Apo û jêre hêviya serkeftinê dixwazim. Silav ji bo çiyayên Zap û Qendîl, Xudayê mezin berxwedana wan serbixe. Ez şîna Şehîd Botan nagirim, Rûreşî ji bo xiyanetkar û dijminan. Ez ê her tim bi şehîd Botan serbilind bim, ji ber ku beriya şehîdbûnê her kesê ku min dît ji min re rêz digirt, ji ber ku kurê min di rêyeke pîroz de têdikoşiya.”
Piştre xalê şehîd axivî û wiha anî ziman: “Şehîd Botan ne tenê şehîdê meye, şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ez bejna xwe li ber giyanê hemû şehîdan ditewînim.”
Çavdêrê Siyasî Azad Omer got: “Şehîd Botan li ber xwe da ku ji bo careke din Enfal û kîmyebaran pêk neyê. Em qebûl nakin careke din dagirker xaka me dagir bike, dîsa careke din Enfal û kîmyabaran bibîn.”
Omer diyar kir ku cîhanê berê xwe daye Rojhilata Navîn û dixwazin têk bibin û got: “Dixwazin gelê Rojhilata Navîn bi hev bidin kuştin. Gelê Kurd geleke aştîxwaz e û çavê xwe nedaye xaka kesê. Mixabin bi salane tên kuştin. Çi bikin bila bikin hê jî em li ser lingan in.”
Herî dawî Azad Omer bang li hemû aliyên Başûrê Kurdistanê kir berjewendî û xwesepandinê bidin alî û yekîtiya xwe çêbikin.
Bavê Şehîd Helmet Takur Zerdeşt di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew serokên diçin gel dijmin, ne rêveberin û got: “Ew bi xwîn û kerameta hezaran salan ya gelê Kurd dilîzin. Pêşengên heqîqetê şehîd Karwan, Kawa û Botan in yên li dijî dewleta Tirk a dagirker rabûne. Dive em van pêşengên heqîqetê bizanin. Ev nûnerên gelê me ne. Em şînê nagrin em serbilind in. Dema sala 2023’yan kurê min Kawa şehîd bû, hatin sersaxiyê û min ji bo wan got; ‘Ev ne şîn e’. Şehîdbûn ritbeya herî mezin e. Pir girîng e mirov vê fam bike û bibe xwedî şehîd.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh nasnameya gerîla Botan Dalaho ku 24’ê Tîrmeha 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşekê de şehîd bûbû, ragihandibû.