KJK’ê bang li jinan kir ku bila di 1’ê Gulanê de li qadan bin

Koordînasyona Jinan li hemberî faşîzmê bang li jinan û gelan kir ku bila di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.

Bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser rola jinan a di têkoşîna karkeran de.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Jin di serî de em Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê ya hemû kedkar û karkeran pîroz dikin û em şoreşgeran silav dikin ên ku 1’ê Gulanê kirine sembola azadî, demokrasî û yekîtiya gelan. Em şehîdên sosyalîzmê yên li ser vê rêyê bi hurmet bi bîr tînin.

Li cîhana ku em lê dijîn, keda dayikan jiyan ava kiriye. Heta ku keda dayikan nebe, tu awayê hebûna civakî pêk nehatiye.Pergala kapîtalîzm û şaristaniyê keda jinê xesp kiriye. Pergala kapîtalîst ji bo kara zêde faşîzm li ser cîhanê ferz kiriye.

HEMÛ JINÊN CÎHANÊ BIBIN YEK

Jin hemû barên şaristaniyê li ser milê wan e û di pergala kapîtalîst de di bin çanda tecawizê de tên ragirtin. Ne bi tenê jiyana ku wê ava kiriye, beden û giyanê wê jî di bin vê pergala xespê de ye. Ji ber vê jî têkoşîna jinan a wekhevî, azadî û edaletê ji her demê nêziktirî ‘hemû jinên cîhanê bibin yek e’.

Li hemberî vê pergala ku jinan dike kole, divê jin xwedî li xwe derkevin û jiyana komunal a demokratîk li ser tarzê sosyalîst ava bike.

AFIRÎNERA HEMÛ KEDÊN CIVAKÎ

Di sala 2019’an de em bi têkoşîna jinan, azadî û demokrasiyê dikevin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran. Jinên kedkar û karker li hemberî pergala kapîtalîst, li ser biryara avakirina sosyalîzma demokratîk in. Li Tirkiyeyê ya ku keleha pergala kapîtalîst e, jin li hemberî hemû êrîşên AKP û MHP’ê bi pêngava dîrokî ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ li ser biryara jiyana azad ya bi Rêber Apo re ye.

Erdogan û Bahçelî yên ku dixwazin Kurdan qir bikin, êrîşî dayik û zarokan dike û rûyê xwe yê diz û tecawizê derdixîne holê. Li Tirkiyeyê ya ku faşîzma AKP û MHP’ê heye, karker û kedkar dikevin 1’ê Gulanê. Di 1’ê Gulanê de li hemû cîhanê, Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan jin wê berê xwe bidin qadan.

Em KJK bang li hemû jin û kedkaran dikin ku bi biryardariya ‘Mafê dayikê mafê welatê azad û demokratîk e’ bila di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.Herî zêde ew azadiya kedê heq dikin. Dayikên Kurd û jinên Kurd li ser xeta welatparêziya fedaî ya Leyla Guven, xwedî li keda xwe derketin û ji niha û şûnde jî heta ku bigihêjin encamê wê têkoşîna xwe bidomînin.”