2 girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgûnkirin

Sîbel Akdenîz û Azîze Yagiz ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ne, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hatin kirin.

Sîbel Akdenîz ji 5'ê Çileyê ve, Azîze Yagiz jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Her du berxwedêr sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hatin kirin ku bi 670 kîlometreyî dûr e.

'EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Tê gotin, Akdenîz heta niha 11 kîlo li xwe kêm kir û daket 40 kîloyî. Rewşa tenduristiyê ya Akdenîzê nebaş bûye. Akdenîz beriya niha bi rêya malbata xwe peyamek şandibû û gotibû, "Em dixwazin bibin hevrêyên Kemal Pîr ku ji jiyanê ewqasî hez dikin dikarin di oxira wê de canê xwe feda bikin. Em dixwazin bibin hevrêyên Mazlûman ku ji bo parçekirina xiyanetê xwe kir meşale. Mîna Semayan em dikarin bibin pireke berxwedanê. Jİ ber vê yekê em dibêjin; gotina dawî ji aliyê yên beriya me ve hatiye gotin. Gotin gotina Lehengê Sûrê Şehîd Çiyager e ku gotibû, 'Encam wê bêhempa be'. Em ê teqez bi ser bikevin."

Azîze Yagiz jî 9 sal in girtî ye. Yagiz gotibû, "Tecrîd tenê rê li ber neçareseriyê vedike. Hewldanên me ji bo paşerojeke azad û aştiyê ye."