Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne

Dayikên ku ji bo xwedîlêderketina daxwazên zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin zarokên xwe û ew dev ji doza xwe bernadin.

Çalakiya nobetê ya xizmên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ya li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê dewam dikin. Çalakiya nobedê ya li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê di roja 3’yan de û ya  li avahiya HDP’ê ya Wêranşarê jî di roja 2’yan de berdewam dikin.

Li gel zextên heyî jî welatî diçin serdana dayikên di nobetê de ne. Parlementerên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk jî çûn serdana xizmên girtiyan.

Dayikên ji bo zarokên xwe, di berxwedanê de ne, ev peyam dan: “Bila kes ne li bendê be ku em li cihê xwe rawestin. Ew me bikujin jî em ê xwedî li zarokên xwe derkevin.”

Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em helwesta polîsan a li dijî ziyaretvanan qebûl nakin. Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin û dawî li grevên birçîbûnê bên. Em li vê derê dixwazin bibin dengê zarokên xwe. Bila dewlet dest ji vê helwesta xwe berde.”