Qetilkirina jinan bi dawî nabin!

Li Îzmîrê di nava 3 rojan de 2 jin ji aliyê hevjînên ve hatin qetilkirin.

Sûat U. Yê li Taxa Dort Eylul a navçeya Tîre ya Îzmîrê dijî, hevjînê xwe Hatîce U. Ya 24 salî di xew de qetil kir. Li gorî agahiyan, Hatice U. ya dayika 2 zarokan û karkera fabrîqeyê bû, di dawiya heftê de bi hevjînê xwe Sûat U. re diçin mêvantiya xizmên xwe yên li Taxa Dagdere.

Sûat U. yê bi malbata xwe re vegeriyan malê hevjîna xwe di xewê de qetil kir. Sûat U. piştî hevjîna xwe kuşt ji malê reviya û bi telefonê li birayê xwe geriya û bûyer jê re vegot. Piştî birayê Sûat U. agahî da polîsan, Sûat U, li ser rêya Taxa Dallik a çolterê hate destgîrkirin.

Polîsan cenazeyê Hatîce U. piştî lêkolînê rakirin morgê û li cihê bûyerê lêpirsîna dan destpêkirin.

Di 26’ê Nîsanê de jî, li navçeya Konak a Îzmîrê, kesê bi navê K. Akçali hevjîna xwe Sîbel Akçali ya di telefonê de lîstîk lîst, qetilkiribû.