Jinên Başûrê Kurdistanê serdana Leyla Guven kirin

Heyetek ji jinên Başûrê Kurdistanê pêk dihat, serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ev 170 roj in di grevê de ye kirin.

Heyetek a ji 11 jinan ên Başûrê Kurdistanê pêk dihat serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 170 roj in di grevê de ye kirin.

Li gel heyetê, Parlementera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz, Parlementera Êlihê Feleknas Ûca, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li gel jinan cih girtin.

Jinên Başûrê Kurdistanê di serdanê de plaketek ku wêneyê Leyla Guven li ser diyarî Guvenê kirin.

Heyetê piştî serdanê li ber derê mala Guven daxuyaniyek da. Li ser navê heyetê Banû Helebçe axivî û got, Leyla Guven ji bo daxwazekê ketiye grevê. Helebçe got: “Greva birçîbûnê mîraseke ku ji girtîgehan tê ye. Divê ji bo kesên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, ketine grevê gavek bê avêtin.

Heyet piştre derbasî avahiya HDP’ê ya Amedê bû û serdana wekîlên HDP’yî yên di grevê de ne kirin.