Li Bakurê Fransayê kampa Jineolojiyê

Li Bakurê Fransayê ji hêla jinên Kurd ve Kampa Perwerdehiyê ya  Jineolojiyê çêbû. Li kampê li ser gelek mijaran perwerdehî û gotebêjî hate kirin.

Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F) li Bakurê Fransayê li gel meclîsên jinan û insîyatîvan Kampa Perwerdehiyê ya Jîneolojiyê amade kir.

Li Chevrîeresê di navbeyna 22-25'ê Nîsanê de kampa bi organîzasyona TJK-F'yê bi tevlêbûna 44 jinan de pêk hat. Li kampê li gel jinan 19 zarok jî hazir bûn û hem ji xwe re lîstin û hem jî hatin perwerdekirin.

Li kampê Rennes Sara Sewe, Evry Çîçek Botan, Drancy Zin ve Villeneuve-Saint-Georges meclîsên Ekîn Van  û Villiers-le-Bel, Crèil,  insîyatîvên jinan en Paris û Normandia hazir bûn.

Bi jiyana komunal a kampê ne tenê perwerdehiya teorîk hate dayin, her wiha jiyan jî bi hevkarî hate parvekirin.

MIJAR LI BER NIRANDINÊN OCALAN HATE RONÎKIRIN

Bi perwerdehiya Jineolojiyê fikir dan û  standin, tecrûbe hatin parvekirin. Jin li ser gelek mijaran hûr bûn, ji serdema klanan heta niha bi rêbaza pirs û bersivan pozîsyona jinan a di dîrokê de nirxandin. Her sernavekî beşê bi nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ronîkirin.

ZAROK HEM PERWERDE BÛN Û HEM JÎ LISTIN

Li kampê zarok jî nehatin piştguhkirin û ji bo zarokan bernameyek hatibû hazirkirin. Hem zarok hatin perwerdekirin û hem jî zarok bi lîstikên curbecur lîstin.

Li gel ku cara pêşî jî bû, piştî kampê ya ku ji hêla perwerdehî û tevlêbûnê ve serkeftî bû, bi coşiya ku tiştên ku hîn bûn par ve bikin ji kampê derketin.