Şehîdên Parîsê li Londonê hatin bibîranîn
Li Londonê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Meclîsa Jinê ya Jiyan, ji bo şehîdên Parîsê bîranîn hat lidarxistin.
Li Londonê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Meclîsa Jinê ya Jiyan, ji bo şehîdên Parîsê bîranîn hat lidarxistin.
Li paytexta Îngilistanê Londonê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Meclîsa Jinê ya Jiyan, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê û Emîne Kara, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil ên di 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê, Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar di 4’ê Çileya 2016’an li Silopiyayê şehîd bûn û şehîdên azadiyê Cafer Engîzek û Rûbar Dîcle çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Bîranên bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Welatiyên beşdarî bîranînê bûn gelek caran bi dirûşmeyan dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman.
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Îshak Malînî axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiya jinên Kurd her ku diçe mezin dibe û li ser pergalên serdest ên mêr xeteriyek mezin e. Malînî anî ziman ku çirûska Rêber Apo vêxist, têkoşîna azadiya jinên Kurd her ku diçe mezin dibe û got: “Têkoşîna şehîdan di rêya azadiyê de rêberê me yê herî mezin e.”
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Jiyan Devrîm Sara jî axivî û got: “Têkoşîna şehîd Sara û jinên pêşeng îlham daye jinên cîhanê. Heval Sara di damezrandina PKK’ê û pêngavên destpêkê yên rêxistina jinê de roleke mezin lîst. Sara, Ronahî û Rojbîn pêşengên berxwedana jinan bûn. Berxwedana Sara wê ji bo Kurd, Ereb û hemû gelên Rojhilata Navîn bibe mînak. Em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."
Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê, axaftinên hestiyar ên malbatên şehîdan û kurte konsera muzîkê ya Delal û Hakan dewam kir.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.