SKB'ê ji bo 1'ê Gulanê bang li jinan kir

SKB'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyanî da û diyar kir, "Greva jinê ji Emerîka Latîn û Ewropayê pêl bi pêl mezin dibe û li gelemperiya dinyayê belav dibe."

Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Ewropayê (SKB), li ser 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir: "Li dijî zilma tecrîdê, li dijî mêtingerî û zordariyê em dakevin qada 1'ê Gulanê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, 1'ê Gulanê li her devera dinyayê ji bo karker, kedkar, gelên bindest, jin û ciwanan roja yekîtî û têkoşînê ye û hate gotin, di heman demê de dîroka berxwedanê ya jinên karker û kedkar e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di têkoşîna dijî zext, zilm û tecrîdê de jin li refên herî pêş in û işaret bi pêşengiya jinan a di çalakiyên Êlek Zeran de hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Greva jinê ji Emerîka Latîn û Ewropayê pêl bi pêl mezin dibe û li gelemperiya dinyayê belav dibe. Bi sed hezaran jin li Spanyayê daketin qadan. Li Tirkiye û Kurdistanê bi deh hezaran jinên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, tevî qedexe û êrîşan jî herikîn qadan. Greva jinê hem rêya têkoşîna azadiya jinê vedike, hem jî têkoşîna jinê ya hevgirtî diafirîne. Bi bayê têkoşîna hevpar a jinan, bi hêza ji grevên jinan ên li dinyayê wergirtî, jin xwe amade dikin ku li gelek welatan bi daxwaza 'mûçeyê wekhev ji bo karê wekhev' 1'ê Gulanê dakevin qadan."

Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê hatin bibîrxistin ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven pêk tên û hate gotin, "Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 7000 jin û mêr ên girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne... Di serî de Leyla Guven; şoreşger, sosyalîst li çar aliyên dinyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî faşîzmê dîrokeke bi hêvî û berxwedêr dinivîsînin... Ji bo gelên me bi rengekî bi rûmet, wekhev û azad bijîn, bedena xwe dane ber birçîbûnê. Hucre bi hucre dihelin. Lê belê li ber xwe didin!

Bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst, em bang li jinên kedkar ên xwecih û koçber dikin ku bi ruhê yekîtî, piştevanî û têkoşînê yê 1'ê Gulanê dakevin qadên 1'ê Gulanê, li dijî tecrîd û faşîzmê xwedî li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê derkevin. Berî ku sibe dereng bibe em bibin dengê vê berxwedana bi rûmet a li dijî tecrîdê. Em xwedî li jiyana Leyla û berxwedêrên greva birçîbûnê derkevin."