Girtiyên siyasî yên jin ên li Amedê sewqî girtîgeheke din kirin

Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Amedê, sewqî Girtîgeha Tîpa D a heman bajarî hatin kirin.

Li gorî agahiyan, girtiyên siyasî yên jin hemû, roja Sêşemê ji Girtîgeha Tîpa E sewqî Girtîgeha Girtî Tîpa D a Amedê hatin kirin. Sedema sewqkirinê nayê zanîn.

Di nava girtiyên hatine sewqkirin de rojnamevan Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya jî hene ku 137 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Nayê zanîn ku girtî bi kîjan şert û mercî hatine sewqkirin û li ser rewşa wan a dawî agahî nayê wergirtin.

3 girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Amedê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven 16'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê 1'ê Adarê li girtîgehan hemûyan belav bûbû.

Tê gotin, bi sirgûnkirinê re li Girtîgeha Tîpa E tenê girtiyên edlî mane.