Heyeta jinên Başûrê Kurdistanê serdana wekîlên berxwedêr kirin

Heyeta jinên Başûrê Kurdistanê piştî serdana Leyla Guven li avahiya HDP’ê ya Amedê serdana wekîlên HDP’yî yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne, kirin.

Heyeta jinan a ji 11 jinên Başûrê Kurdistanê pêk tê, li avahiya HDP’ê serdana Wekîlên HDP’ê Dersim Dag, Mûrat Sarsaç û Tayîp Temel ên ji 3’yê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, kirin.

Aktivîsta TJA Gulcîhan Şîmşek û Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca heyeta jinan pêşwazî kirin û bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî re civiyan.

Di dema hevdîtinê de li ser navê heyeta jinan Vîcan Nûreddîn got: “Leyla bi qasî ku dayikeke, heman demê jineke berxwedêr e. Guven carekî din girîngiya yekîtiya neteweyî nîşan da û divê em bi hev re tevger bikin.”

BÛLDAN: LEYLA GUVEN BÛYE SEMBOLA BERXWEDANÊ

Bûldan a spasiyên xwe pêşkêşî heyeta jinan kir got: “Ev serdan girîng in û hêzê dide me. Li kû dibe bila bibe qedera Kurdan yek e. Berxwedana ku Leyla Guven dayî destpêkirin, wê rojên em xeyal dikin bîne û dawî li tecrîdê bîne. Leyla Guven bûye sembola vê berxwedanê. Em ê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bidomînin. Tevî hemû astengiyan ji bo aştiyê divê em yekîtiya xwe dewam bikin.

RIZA: BERXWEDAN WÊ SERKETINÊ BÎNE

Piştre heyet çû serdana wekîlên HDP’yî Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel ên ji 3’yê Adarê ve di grevê de ne kirin. Li ser navê Heyetê Sara Riza axivî û diyar kir ku berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven hatiye destpêkirin wê bi teqez serketinê bîne. Riza got: “Ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakiyên hatine destpêkirin girîng in. Tecrîd li ser me tevan e. Bi çalakiya Guvenê em hêz digirin. Berxwedan wê bi teqez serketinê bîne.”

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ê di serdanê de axivî got: “Êrîş li ser Kurdistanê tevahî heye. Berxwedana Kurdan bi her rengî didome. Serdana jinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Leyla Guven û me pir girîng e. Ev berxwedan wê serketinê bîne.”

Heyet piştre serdana TJA’yê kir. Di serdanê de aktivîsta TJA’yê Gulcîhan Şimşek axivî û diyar kir ku tecrîd li ser hemû jinan û gelan heye. Şîmşek got: “Hatina we ya vir hêz da me. Serdan û piştevaniya we wateya mezinkirina berxwedanê ye. Em ê bi teqez bi ser bikevin.”

Heyet piştî serdanê ji avahiya TJA’yê veqetiyan.