Platforma Jinan: 1'ê Gulanê li dijî tecrîdê em ê li qadan bin

Platforma Jinan a Elmanyayê ragihand, 1'ê Gulanê wê li dijî tecrîdê bi xavikên xwe yên spî li qadan bin.

Bi navê Platforma Jinan a Elmanyayê, SKB, TJK-E, Yenî Kadin, Yaşanacak Dunya, ADKH, YJK-E, Zora, XJK, FEDA, CENÎ, TAJE, CÎK daxuyaniyeke nivîskî li ser grevên birçîbûnê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "7 hezar girtiyên şoreşger ên dibêjin 'tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye', li ber sînorê mirinê ne. 15 girtiyan 30'ê Nîsanê dest bi rojiya mirinê kirin. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye roja 174'an. Bi navê rêxistinên jinan, em ê 1'ê Gulanê Roja Têkoşînê ya Karker û Kedkaran bi xavikên xwe yên spî li qadan bin. Jin, dayik li pêşberî mirinê bêdeng neman, wê nemînin. Em naxwazin li mirina zarokên xwe, li mirina dayikên xwe temaşe bikin. Me hêviya xwe her tim parast, em ê her biparêzin. Eger em bi hev re têbikoşin, eger em dengê xwe bilind bikin em ê encamê werbigirin. Her kesên xwe şoreşger, demokrat, welatparêz dibînin, divê li qadên 1'ê Gulanê bin. Em dibêjin, 'li pêşberî mirina mirovan bêdeng nemînin'."