Nîsanê bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan

Ji ber hişmendiya AKP'ê zêdetir jin têne kuştin. Nîsanê bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan..

Li Tirkiyê destdana zarokan û kuştina jinan didome. Hişmendiya AKP'ê, polîtîkayên cezanekirinê û zimanê nêrî yê çapemeniyê li ser van sûcan diyarker e.

Li gorî daneyên Jinnewxê Nîsanê jî jin û zarok bûne hedefa xizmên xwe. Bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan. Li ser 15 jinan destdirêjî hate kirin, êrîşa zayendî li wan hate kirin û gef li wan hate xwarin, 3 zarok jî hatin kuştn. Li dadgehan jî bi hinceta ''bi halê baş e'' cezayê 5 sûcên desdana zayendî hate kêmkirin.

ADARÊ 27 JIN HATIN KUŞTIN

Li Tirkiyê hema hema her roj jin têne kuştin. Dema rejîma AKP'ê zêdetir jin hatin kuştin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînn diyar kir Adarê bi kêmanî 27 û Çile 43 jin hatin kuştin. 2018'an 391, 2017'an 346, 2016'an 284 jin bi dest mêran hatin kuştin.