Li Nîjeryayê di êrîşa hewayî de herî kêm 16  sivîl jiyana xwe ji dest dan

Artêşê li eyaleta Zamfara ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê ye êrîşa hewayî pêk anî. DI êrîşê de herî kêm 16 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hat îdiakirin ku gundî bi şaştî bûne hedef.

li Nîjeryayê gundiyên li dijî çeteyên ku êrîşî gundê Dangebe yê herêma Zurmî kirin ketin nava tevgerê, di vegerê de ji hêla balafirên artêşê ve hatin bombebarankirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê welatiyê herêmê Saîdu Îbrahîm diyar kir ku piştî êrîşa balafirên şer ên li ser gundiyan, wan xwe gihandine 16 cenazeyan û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.  

Şahidekî din ê bi navê Bube Namare jî diyar kir ku xebatên lêgerînê didomin û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.  

Piştî bûyerê heta niha artêşa Nîjeryayê daxuyaniyeke fermî nedaye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyanî da û got, “Divê rayedarên Nîjeryayê der barê êrîşa hewayî ya li gundê Tungar Kara de demildest lêpirsîneke bêalî bidin destpêkirin."

Rêxistinê diyar kir ku rewşa kesên di êrîşê de birîndar bûne xedar e.