Komkujiya Parîsê li Kopenhagê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclisa Jinê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Kopenhagê çalakiyek li dar xistin û komkujiya parîsê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclisa Jinê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Kopenhagê çalakiyek li dar xistin û komkujiya parîsê şermezar kirin.
Meclisa Jinê ji bo bîranîna jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê çalakî li dar xist. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Di çalakiyê de bêdengiya dewleta Fransayê hat pşermezarkirin û wiha hat gotin: “Em edaletê dixwazin! Hikûmeta Fransayê baş dizane ku kujer kî ne û kîjan hêz li pişt vê komkujiyê ne. Bêdengmayîn tê wateya şirîkatiya komkujiyê.”
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Sara, Rojbîn û Ronahî dengê jinên azad in", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bimre zîhniyeta serdest a faşîst" û "Faşîst dîktator Erdogan" hatin berzkirin.