CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Qirxizistan ala xwe ya ku 'dişibînin gulberojê' diguherîne
Parlamenta Qirxizan guhertina sêwirana ala neteweyî erê kir. Her wiha wê tava li ser alê bişibînin taveke ku bi rastî "dibiriqe." -
Mexdûrên erdheja li Çînê di nava serma û seqemê de ne
Li Çînê di encama erdhejê de herî kêm 131 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji erdhejê rizgar bûn jî di nava serma û seqemê de ne. -
Yemenê cezayê darvekirinê li Fatima Saleh el Arwalî birî
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku desthilatdarên Hûsiyan bi tawanbariya sîxurtiyê û "alîkariya dijmin" cezayê darvekirinê li parêzvaneke mafên mirovan birî. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihişt 20 hezarî
Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha herî kêm 19 hezar û 667 kesan ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane. -
Li hemberî hilbijartinên ku piştî deh salan li Iraqê pêk hatin xemsarî derket pêş
Di hilbijartina encûmenên parêzgehan a Iraqê ku piştî deh salan pêk hat de, rastî bê eleqebûnê hat. Li Bexdayê tenê ji sedî 21'ê hilbijêran çûn ser sindoqan, li Kerkûk û Selahaddîn jî rêjeya dengên zêde bal kişand. -
Li Îzlandayê volkan teqiya
Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) di nava sê salan de cara çaran e ku volkan diteqe. Teqîna volkan êvara Duşemê destpê kir. -
Êrîşên Hûsiyan: Li Behra Sor koalîsyoneke ku ji 10 welatan pêk tê hat avakirin
Piştî êrîşên Hûsiyên Yemenî yên li ser keştiyên ku girêdayî artêşa Îsraîlê, li Deryaya Sor koalîsyonek ku ji 10 welatan pêk tê hat avakirin. Di nava koalîsyonê de DYE, Fransa û Îngilistan jî hene. -
Li Çînê erd hejiya: Herî kêm 118 kes mirin
Li bakurrojavayê Çînê erd hejiya û herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tîmên rizgarkirinê hewl didin mirovên di binê xirbeyan de mane bibînin. -
Li Tûnisê ‘tundûtûjiya sazumanî’ ya li dijî koçberan zêde dibe
Rêxistina Li Dijî Êşkenceyê ya Cihanê (OMCT) ku navenda wê li Cenevreyê ye, di rapora roja Duşemê weşandin de hişyar kir ku "‘tundûtûjiya sazumanî” ya li dijî koçber û penaberên li Tûnisê zêde dibe. -
HRW: Îsraîl birçîbûnê weke çeka şer bi kar tîne
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hikûmeta Îsraîlê weke parçeyeke stratejiya şerê dijî Hemasê, sivîlên Filistînî yên Xezeyê bi zanebûn birçî dihêle. -
Di hilbijartinên Misirê de El Sîsî cara sêyemîn bi ser ket
Li Misirê, li gorî encamên fermî yên hilbijartinên serokkomariyê, serokkomarê heyî Abdulfettah El Sîsî bi rêjeya ji sedî 89,6’ê yê dengan di hilbijartinê de bi ser ket. -
Li Spanyayê gelek dibistanên navneteweyî gefên bombekirinê wergirtin
Li Spanyayê gelek dibistanên navneteweyî ji ber gefên bombeyan navber dane dersên xwe. -
Li Cîbaliyeyê di êrîşê de 110 kes mirin
Hikumeta Hamasê ragihand ku li bakurê Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 110 kes hatine kuştin. -
Koreya Bakur moşekeke ku bigihîje DYE’yê avêt
Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur roja Duşemê moşekeke balîstîk a menzîldirêj ku dikare bigihîje Emerîkayê avêtiye. -
Li Hindistanê li kargeha dron û teqemeniyê de teqîn çêbû: 9 mirî
Li rojavayê Hindistanê li kargeheke ku balafirên bêmirov û teqemeniyan hildiberînin teqîn pêk hat. Di vê teqînê de 6’ê ji wan jin herî kêm 9 karker jiyana xwe ji dest dan. -
Rûsya hejmara leşkerên xwe yên li ser sînorê Fînlandiyayê zêde dike
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hişyarî da ku tevlîbûna Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê wê 'hin pirsgirêkên beriya niha nebûn, biafirîne' û diyar kir ku hejmara leşkerên li ser sînorê bakurrojava wê bê zêdekirin. -
Şerê li Sûdanê gefê li alîkariya mirovî dixwe
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku li Sûdanê ji ber şerê navbera artêş û paramîlîteran ku bandor li bajarekî kiriye, ew neçar mane alîkariya mirovî bisekinîn. -
Li Xezeyê rewşa dawî ya şer
Îsraîlê roja Yekşemê jî êrîş bir ser Şerîda Xezeyê. Ji bo dîlgirtiyên di destê Hamasê de ne, zexta li ser hikumeta Îsraîlê ya ji bo danûstandinan zêde dibe. -
Li peravên Lîbyayê zêdeyî 60 koçber mirin
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku li peravên Lîbyayê keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku zêdeyî 60 koçber winda ne ku bi fikar in, hemû mirine. -
Fîlîzofê Îtalî Antonîo Negrî jiyana xwe ji dest da
Fîzyolog û siyasevanê Îtalî Antonîo Negrî li paytexta Fransayê Parîsê di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
YE, Avustralya û Kanada banga ‘rawestandina tundiyê’ li Îsraîlê kirin
Yekîtiya Ewropayê, Avustralya, Kanada, Norwêc, Swîsre û Îngilistanê roja Înê banga “ji bo rawestandina tundûtûjiya li ser niştecihên Şerîaya Rojava ya dagirkirî gavên ber bi çav bavêje” li Îsraîlê kirin. -
Elmanya wê êdî îmamên ku ji Tirkiyeyê tên şandin, qebûl neke
Elmanya bi armanca “zêdekirina entegrasyonê” wê êdî îmamên ku ji Tirkiyeyê tên şandin, qebûl neke. -
Hilberîna komirê di sala 2023’yan de derket asta herî jor
Saziya Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) da xuyakirin ku hilberîna komirê ya li cîhanê di sala 2023'yan de derket asta herî jor. -
Li Şerîda Xezeyê nêzî 100 hezar avahî xesar dîtiye ango hilweşiya ye
Hat ragihandin ku di encama bombebaranên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 hezar avahî xesar dîtiye ango hilweşiya ye. -
Li Sistan-Belûcistanê êrîş: Herî kêm 11 polîsên Îranê mirin
Li eyaleta Sistan-Belûcistan a Îranê di êrîşeke li ser qereqoleke polîsan de herî kêm 11 polîs mirin.