HBDH: Em berxwedana li dijî dagirkeriyê mezin bikin!

HDBH'ê, bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got, ''Divê faşîzm zanibe ku şer wê derbasî bajaran bibe. Em li dijî faşîzmê dakevin kolanan û hesab ji wan bixwazin."

DAXUYANIYA HBDH'Ê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo pêşî li bandora têkçûna di hilbijartinê û krîza aboriyê ya li ser gel bigire, lez da êrîşa xwe ya dagirkeriyê ya li ser xaka Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de operasyona Metîna ya da destpêkirin, nîşan dide ku desthilatdariya faşîst ji hêzên navneteweyî teqez destekek digire."

'BERXWEDANA GERÎLA DI VÊ PÊVAJOYÊ DE XWEDÎ GIRÎNGIYEKE DÎROKÎ YE'

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Serdegirtinên li dijî kenalên çapemenî û televîzyonê yên Kurd ên li Ewropayê, di heman demê de operasyona li dijî Metîna û her wiha serdana Erdogan a li Iraqê nîşan dide ku di pêvajoyeke bi vî rengî de ji bo fetisandina têkoşîna azadiyê ya Kurd tifaqeke xerab hatiye avakirin.

Ev tifaq ji aliyê NATO'yê ve tê destekkirin û yekser ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê bi cih anîn. Di vir de bi taybetî PDK roleke taybet dilîze û ji bo fetisandina têkoşîna azadiyê ya Kurd her tişt pêşkêşî desthilatdariya Erdogan dike. PDK bi têkiliyên ku pê re datîne rewatiyê dide dagirkeran.

Êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya Erdogan armanc dike ku tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hewl dide bi sûcên şer, bikaranîna kîmyasal û komkujiyên sivîl, herêmê bêmirov bike. Di vî warî de bi taybetî tenê bi desteka PDK re dikare polîtîkaya dagirkeriyê ya li herêmê berfireh bike.

Gerîlayên azadiyê ku li dijî van polîtîkayên şerê qirêj ê faşîzmê li çiyê li ber xwe didin, bi sekna xwe ya xurt û biryardar tawîzan nadin faşîzmê û ji bo azadiya gelan têdikoşin. Weke HBDH’ê em dixwazin balê bikêşin ser girîngiya dîrokî ya berxwedana gerîla ku tevî her şêwe serdestiya teknîkî ya dijmin bi biryardarî dewam dike.

‘ŞER WÊ DERBASÎ BAJARAN BÊ KIRIN’

Faşîzma ku rê nade tevgereke herî biçûk a li bajaran û ji vê ditirse, divê zanibe ku şer wê derbasî bajaran bê kirin. Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan nîşan da ku şer tenê bi çiyayan re sînordar nema, bi çalakiyên xwe yên li navendên kapîtalîzmê, bû kabûsa faşîzmê.

Ji bo sekinandin û têkbirina faşîzmê divê em li nava refên Şoreşa Yekbûyî xwe bi rêxistin bikin û kolanan veguherînin qadên berxwedanê. Yekane zimanê ku desthilatdariya faşîst jê fêm dike, zimanê çalakiya şoreşgerî ye. Li ser vê bingehê divê em li her qadên ku em lê ne xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Weke HBDH’ê banga me ew e ku tevgera şoreşger a yekbûyî li her qada ku lê ye berxwedana li dijî faşîzmê mezin bike û li her qadê çalakiya şoreşgerî birêxistin bikin. Divê her kes bi berpirsyariya vê pêvajoya dîrokî tevbigere û li qadên lê ne, ji bo birêxistinkirina çalakiya şoreşgerî însiyatîfê werbigire."