YE, Avustralya û Kanada banga ‘rawestandina tundiyê’ li Îsraîlê kirin

Yekîtiya Ewropayê, Avustralya, Kanada, Norwêc, Swîsre û Îngilistanê roja Înê banga “ji bo rawestandina tundûtûjiya li ser niştecihên Şerîaya Rojava ya dagirkirî gavên ber bi çav bavêje” li Îsraîlê kirin.

Li gorî daxuyaniya hevpar a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Fransî ve hate dayîn de “tundiya ku ji aliyê niştecihên tundrew ên ku civakên Filistînî terorîze dikin” bi tundî hat şermezarkirin.

Yekîtiya Ewropa, Avustralya, Kanada, Norwêc, Swîsre û Îngilistanê bertek nîşan da ku Îsraîl Filistîniyan naparêze û xwestin berpirsyarên vê tundiyê bên darizandin.

Di metna ku ji aliyê Avustralya, Belçîka, Kanada, Danîmarka, Yekîtiya Ewropa, Fînlandiya, Fransa, Îrlanda, Luksemburg, Hollanda, Norwêc, Îspanya, Swêd, Swîsre û Îngilistanê ve hat îmzekirin de wiha hat gotin: “Îsraîl ji bo parastina Filistîniyan û darizandina niştecihên tundrew de bi ser neketiye, ev jî bûye sedem ku bêcezabûn gihîştiye astek bilind.”

Îmzakeran destnîşan kirin ku ji serê meha Cotmehê heta niha şêniyan zêdetirî 343 kiryarên tundiyê pêk anîne û di encamê de 8 Filistîniyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 83 kes jî birîndar bûne û 1.026 filistînî jî neçar mane ku malên xwe biterikînin û got, “Ev rewş ewlekariya li Şerîaya Rojava û herêmê têk dibe û îhtîmala aştiyeke mayînde dixe xetereyê."

27 welatên endamên Yekitiya Ewropayê îhtîmala cezakirina berpirsên tundûtûjiya li dijî Filistîniyan li Şerîaya Rojava dinirxînin.

Şerê ku di destpêka Cotmehê de bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê dest pê kir heta niha di nav de wêrankirina dibistan, malan û derxistina bi darê zorê ji axa wan, êrîşên li ser Filistîniyan zêde bûne. Li gorî saziyeke sivîl a Îsraîlê, di vê demê de zarok jî di nav de 255 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.