Li Xezeyê rewşa dawî ya şer

Îsraîlê roja Yekşemê jî êrîş bir ser Şerîda Xezeyê. Ji bo dîlgirtiyên di destê Hamasê de ne, zexta li ser hikumeta Îsraîlê ya ji bo danûstandinan zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li bajarokê Deyr el-Belah ê li navenda Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 12 kes hatin kuştin. Şahidan jî diyar kirin ku Îsraîlê bombe li bajarokê Benî Suheyla yê li başûr barandiye.

Li gorî Hamasê, ji destpêka êrîşên li ser Xezeyê û vir ve ji sedî 70 jê jin, zarok û ciwan bi giştî 18 hezar û 800 kes hatin kuştin.

ZEXTA JI BO DÎLGIRTIYAN ZÊDE DIBE

Li gel bombardûmana artêşa Îsraîlê, piştî ku artêşa Îsraîlê mikur hat ku li xaka Fîlîstînê sê dîlgirtî bi 'şaşitî' hatine kuştin, xizmên dîlgirtiyan zexta li ser Serokwezîr Benyamîn Netanyahû zêde kirin.

Kesên navborî ji 250 dîlgirtiyên di destê Hamasê de bûn. Di êrîşên Hamasê de 1.140 kes hatibûn kuştin.

Ji dîlgirtiyên di destê Hamasê de 100 kes meha derbasbûyî di dema agirbesta hefteyekê ya bi navbeynkariya Qatarê de hatibûn berdan.

Xizmên dîlgirtiyan roja Şemiyê li Tel Avîvê xwepêşandanek kiribûn û ji bo danûstandinan bang kiribûn.

KRÎZA MIROVÎ

Bombardûmana Îsraîlê herêm veguherandiye xirbeyekî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî 1.9 milyon ji şêniyên Xezeyê ji ber şer ji cih û warê xwe bûne.

Dîrektorê Ajansa Penaberan a Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Phîlîppe Lazzarînî got, "Eger mirina mirovan a ji ber birçîbûn, nexweşiyê destpê bike, ez matmayî namînim."