Li Şerîda Xezeyê nêzî 100 hezar avahî xesar dîtiye ango hilweşiya ye

Hat ragihandin ku di encama bombebaranên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 hezar avahî xesar dîtiye ango hilweşiya ye.

Pevçûnên ku di 7’ê Cotmehê de di navbera Îsraîl û Hamasê de destpê kir, heta niha ji bilî ragihandina agirbestek kurt, bê navber berdewam dike. Şer kete roja xwe ya 70'î.

Bîlançoya li Xezeyê ya heyî tenê ji aliyê hikûmeta Hamasê ve tê dayîn. Der barê windahiyan de ti agahî ji çavkaniyên din nayê dayîn. Lê belê der barê hilweşînan de du akademîsyenên Emerîkî bi taybetî li ser dîmenên satelaytê analîzek kirin.

JI HER SÊ AVAHÎ YEK JI WAN HILWEŞIYAYE ANGO XESAR DÎTIYE

Li gorî analîzên satelaytê yên Corey Scher ê Navenda Mezûniyetê ya UNY'yê û Jamon Van Den Hoek ê ji Zanîngeha Eyaletê ya Oregonê, ji 11’ê Kanûnê ve di navbera 95 hezar û 49 û di navbera 119 hezar 991 avahî li seranserê Şerîda Xezeyê xesar dîtine ango hilweşiyane. Ev yek tê wateya ku ji her sê avahiyek xesar dîtiye ango hilweşiyaye.

Di 13’ê Cotmehê de piştî ku Îsraîl xwest li bakurê herêmê gel bê tehliyekirin û dest bi operasyona bejayî kir, hilweşînek mezin li vê herêmê pêk hat. Li başûrê herêmê ku niha şer lê tê meşandin, xesarek giran tê dîtin.

BI QASÎ 20 HEZAR MIRÎ

Li gorî hejmarên dawî yên roja Pêncşemê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ve hatin eşkerakirin, li Şerîda Xezeyê 18 hezar 787 Filîstînî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman çavkaniyê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve zêdeyî 50 hezar kes li Xezeyê birîndar bûne.

AGAHIYÊN DIN ÊN ROJANE

Îro sibehê Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ragihand ku di êrîşên hewayî yên li Han Yûnûs ku navenda nû ya şerê li başûrê Xezayê ye de "bi dehan kuştî û birîndar" hene.

Li Şerîda Xezeyê her ku diçe qad li sivîlan teng dibe, sivîl hewl didin ji êrîşan xwe rizgar bikin û bi şert û mercên giran yên bêhêvîbûnê re rû bi rû mane. 

Hat ragihandin ku li Elmanya û Hollandayê 4 endamên Hamasê yên dihatin gumankirin ku plana êrîşê dikin hatine binçavkirin. Li gorî lêpirsîneran, her çar gumanbar ku bi serokê baskê çekdar ê Hamasê re di nava têkiliyê de bûn, xwestine êrîşî saziyên cuhiyan ên li Ewropayê bikin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant bi daxuyaniyekê roja Pêncşemê hişyarî dabû ku şer "wê zêdeyî çend mehan bidome" û got, "Em ê Hamasê têk bibin û hilweşînin."

Piştî ku Qesra Spî banga demildest bidawîbûna şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de kir, roja Pêncşemê jî Joe Bîden bang li Îsraîlê kir ku ji bo parastina sivîlên li Xezeyê bêtir bikeve tevgerê kir.