Pirsa sosret: Tu çima nûçeyan amade dikî?

Ji rojnamevanên Kurd ên girtî re pirsa nûçeyên ku amade kirine û axaftinên ku wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re kirine, hate kirin.

NÛÇE WEKE HÊMANÊN SÛC TÊN NÎŞANDAN

Îfadeya 9 rojnamevanên Kurd a li Mîdûriyeta Polîsan bi dawî bû ku 9 rojnamevanên Kurd di 23’yê Nîsanê de di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Stenbol, Enqere û Rihayê di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Tê texmînkirin ku wê rojnamevanan îro bişînin dozgeriyê. Ji rojnamevanan re pirsa parvekirinên wan ên li ser medyaya djîtal, nûçeyên ku amade kirine, çavkaniyên nûçeyan û axaftinên telefonê yên bi rojnamevanan re hate kirin.

Di 23’yê Nîsanê de li Stenbolê di serdegirtinên malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û xebatkarên çapemeniya azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balcî, Şîrîn Ermîş û rojnamevan Erdogan Alayûmat, Li Enqereyê jî nûçegihanê MA’yê Ahmet Aslan, her wiha li Rihayê jî nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku di lêpirsîna polîsan de ji rojnamevan Erdogan Alayûmat re pirsa; ‘’Tu çima nûçeyên siyasî amade dikî’’ hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatine bidestxistin jî gelek nûçeyên ku Alayûmat çêkirine, nîşanî wî dane û jê pirsîne ku ew çima nûçeyên siyasî amade dike.

Her wiha hate zanîn ku ji Alayûmat pirsa axaftinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan û rojnamevanan jî hatiye kirin.

Hin axaftinên telefonê yên ku weke sûc hatine nîşandan jî bi vî rengî ne:

- Tu yê werî Newrozê?

- Erê, ez ê werim, ez di rê de me

***

-Li ku yî?

-Ez li Cadeya Îstîklalê me, dîmenên çalakiyan digirim

-Temam, bi xatirê te

***

Hate zanîn ku wê îro rojnamevanan bibin Edliyeya Stenbolê û lêpirsîna dozgeriyê dê destpê bike.