Koreya Bakur moşekeke ku bigihîje DYE’yê avêt

Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur roja Duşemê moşekeke balîstîk a menzîldirêj ku dikare bigihîje Emerîkayê avêtiye.

Koreya Bakur li dû hev du moşek avêtin. Yek jê menzîlkurt e, ya din jî menzîldirêj e.

Avêtina moşekan çend rojan piştî hişyariya Seul û Washingtonê pêk hat.

Hişyarî ji  Pyongyang hatibû kirin û rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) gotibûn: "Êrîşeke nûkleerî" ya  li dijî Dewletên Yekbûyî yan jî hevalbendên wê dê bibe sedema dawiya rejîma Kim Jong Unê rêberê Koreya Bakur.

Artêşa Koreya Başûr roja Duşemê ragihand ku ji herêma Pyongyangê moşekeke balîstîk a menzîldirêj hatiye avêtin, tesbît kirine. Li gorî texmîna wan moşek beriya ku bikeve Behra Japonyayê bi menzîleke 1000 kîlo metreyan firîyaye.

Japonyayê ragihand ku dibe ku ew moşekeke ICBM’yê  ye. Li gorî Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Parlamentoyê Şhîngo Mîyake cîsmekî wiha;  "Dikare zêdetirî 15000 kîlo metreyan bifire û di vê rewşê de tevahiya xaka Dewletên Yekbûyî wê di menzîla wê de be."

Firînê saetek û 13 deqîqeyan dewam kir û bilindahiya wê ya herî zêde 6000 km bû. Japonya û Dewletên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kirin.

Roja Înê, Emerîka û Koreya Başûr beşdarî duyemîn civîna Koma Şêwirdarîya Nûkleerî ya li Washîngtonê bûn ku kom têkildarî erîşên nûkleerî yên di pevçûnên  bi Koreya Bakur de dixebite. Di vê civînê de Koşka Spî hişyarî da ku her êrîşeke nûkleerî yên ji aliyê Pyongyangê ve wê dawî li rejîmê bîne.

Koreya Bakur par xwe weke hêzeke nûkleerî ya "bêveger" ragihand û  gelek caran anî ziman ku ji ber ku rejîman wan vê yekê  ji bo xwe girîng dibînin, ew ê tu carî dev ji bernameya xwe ya nûkleerî bernedin. Û tê zanîn ku Koreya Bakur bi awayekî serketî yekem peyka xwe ya sîxur a bi navê  Malligyong-1  bi cih kirîye.

Ewropayê, Japonyayê û Koreya Başûr ev  yek şermezar kirin û  Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku bikaranîna moşekên balîstîk biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY’yê binpê dike.