Li Hindistanê li kargeha dron û teqemeniyê de teqîn çêbû: 9 mirî

Li rojavayê Hindistanê li kargeheke ku balafirên bêmirov û teqemeniyan hildiberînin teqîn pêk hat. Di vê teqînê de 6’ê ji wan jin herî kêm 9 karker jiyana xwe ji dest dan.

Cîgirê Serokwezîrê Parêzgeha Maharaştrayê Debendra Fadnavîs bi daxuyaniya ku li ser X’ê de got, “Di teqîna li Nagpurê Solar Industriesê pêk hat de 6’ê ji wan jin 9 kes jiyana xwe ji dest dan.”

Fadnavîs destnîşan kir ku ev şîrket ji bo hêzên çekdar ên Hindistanê balafirên bêmirov ên şer û teqemeniyan çêdike.

Hikûmeta parêzgehê ragihand ku ew ê 6 hezar dolar bidin her yek ji malbatên kesên ku di qezayê de mirine.

Polîsan derbarê teqîna ku tê de herî kêm 3 karker birîndar bûn de lêpirsîn da destpêkirin.

Felaketên pîşesazî li Hindistanê berbelav in û pispor plansaziya xerab û ne sepandina qaîdeyên ewlehiyê weke berpirs nîşan didin

Sala borî, 11 kes di teqîna li maleke ku li parêzgeha Bihar a rojhilatê de bi derqanûnî fîşekên hewayî dihatin çêkirin, mirin.

Di sala 2021’an de li parêzgeha Tamîl Nadu ya li başûrê welêt, di teqîna li kargeheke fîşekan de 19 kes miribûn.