Şerê li Sûdanê gefê li alîkariya mirovî dixwe

Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku li Sûdanê ji ber şerê navbera artêş û paramîlîteran ku bandor li bajarekî kiriye, ew neçar mane alîkariya mirovî bisekinîn.

Li gorî NY'yê nêzî nîv milyon kesên ku ji cih û warên xwe bûne li parêzgeha Cezîrê di nav de zêdetirî 86 hezar kes li Wad Medenî ku navenda îdarî ya parêzgehê ye dimînin.

Lê belê şerê navbera hêzên çekdar ên Sûdanê û hêzên paramîlîter ên Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) roja Înê li bajêr belav bû.

Saziya alîkariya mirovî ya NY’yê da xuyakirin ku ew alîkariyên li Vad Medenî 'heta bangewaziyek din' dane sekinandin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) roja Şemiyê bi daxuyaniyek hişyarî da ku şerê vê dawiyê yê navbera artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter, xebatên alîkariya sivîl û mirovan tehdît dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Matthew Mîler, di daxuyaniyeke nivîskî de got, "Wad Medenî ji bo sivîlên bi zorê hatine koçberkirin bûye stargeheke girîng û ji bo alîkariya mirovî ya navneteweyî jî navendeke girîng. Pêşdeçûna hêzên paramîlîter rê li ber windahiyên mezin ên sivîl û pêşî li xetimandina alîkariya mirovî digire."

Matthew wiha pê de çû: "Em bang li hêza paramîlîter dikin ku tavilê pêşdeçûna xwe ya li parêzgeha El Cezîrê bi taybetî li dijî Wad Medenî rawestîne.”

Ji meha Nîsanê û vir ve hêzên girêdayî serfermandarê artêşê Abdul Fettah al Bûrhan û Hêzên Desteka Lezgîn a Paramîlîter ku ji aliyê alîkarê wî yê berê Muhamed Hamdan Daglo ve tê rêvebirin şer dewam dike.

Li gorî texmînên rêxistina ne hikûmî Cihê Şerê Çekdarî û Projeya Daneyên Bûyeran (Acled), di pevçûnên ku di 15'ê Nîsanê de destpê kirin de zêdeyî 12 hezar 190 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî NY'yê jî her wiha zêdetirî 5,4 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne û nêzî 1,3 milyon kes ji welêt derketine û bûne penaber.