Hilberîna komirê di sala 2023’yan de derket asta herî jor

Saziya Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) da xuyakirin ku hilberîna komirê ya li cîhanê di sala 2023'yan de derket asta herî jor.

Li gorî daxuyaniya roja Înê, gerstêrka me ti carî ewqasî komir neşewitiye. IEA’yê ragihand ku di sala 2023'yan de daxwaza navneteweyî ya komirê gihîştibû 8,53 mîlyar tonî ku rekora tevahiya deman dişkîne û diyar kir ku bi giranî li Çîn, Hîndîstan û Endonezyayê zêde bûye.

Ev pêşbînî, du roj piştî bidawîbûna 28’emîn civîna avhewayê ya navneteweyî ya NY’yê ya li Dûbaî, ku tê de ji bo têkoşîna li dijî germahiya navneteweyî banga gav bi gav rakirina çavkaniyên fosîl ên sotemeniyê ku komir jî di nav de ye hatibû kirin, hat parvekirin. 

Çavdêriya avhewayê ya Ewropayê Copernicus di destpêka meha Mijdarê de pêşbînî kiribû ku germahiya gerdûnî ya navînî îsal dê "hema hema bê guman" ji rekora salane ya sala 2016'an derbas bike. IEA’yê jî diyar kir ku tonên komirê yên îsal li seranserê cîhanê tên xerckirin dê ji rekora berê ya ku di sala 2022’yan de hatibû diyarkirin derbas bike. IEA’ê pêşbînî dike ku ji 2024’an pê ve xerckirina komirê ya cîhanê wê kêm bibe.